Diyarname
Kaptanê tîma Amed Sporê Şehmus Ozer di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da.
Ozer roja 19'ê mehê li Meletî beşdarî dawetek bû û vedigeriya Mêrdînê. Lê xeber jê nehat girtin. Paşê dîtin ku erebeya wî qelibiye. Amed Sporê di malpera xwe ya fermî de wefata Ozer ragihand.
Şehmus Ozer roja 10.05.1980'an de li Erxeniya Amedê hatibû dinê. Li Erxenî dest bi fûtbolê kir, di 19 saliya xwe de çû Malatya Belediye Spor, paşê bi rêzê çû tîmên Malatya, Erciyes, Gumuşhane Dogan Spor, Mardin Spor, Karşiyaka, Altay, Mersin İdmanyurdu, Akhisar Belediye, Şanliurfa, Karşiyaka, Altay û herî dawî di sala 2014'an de beşdarî Amed Sporê bû. Wî heta niha bi ser 150 re gol avêtine û herî dawî jî di maça Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de ku ligel Fenerbahçeyê lîst gol avêt.
Kaptanê Amed Sporê di pûşpera îsal de peymana xwe ligel Amedê ji bo heta 2019'an nû kiribû.
Şîn li Erxenî ye
Ji bo rehmetî Şehmus Ozer li Şînxaneya Kemertaş a li Erxeniya Amedê şîn danîne (Cih li jorê Ortaokulê Erxenî ye)