Van BB bi ser ket, Amed Spor, Diyarbekir Spor, Sîîrt têk çûn
Diyarname
Li Tirkiyeyê maçên Kûpaya Zîraatê ya Dora 4'an dest pê kirin. Di nav de tîman de tîmên kurdan jî hene. Ji van di maça 29'ê mehê de Amed Spor têk çû. Amed Spor li Îzmîrê ligel Altinordu Sporê lîst û bi 3-1têk çû. Bi vê encamê Altinordu derket Dora 5'an, Amed Spor vegeriya mala xwe. Amed Spor ku îsal di lîgê de jî rewþa wê ne baþ e, di kûpayê de jî zû xatir xwest.
Tîma din a Amedê "Diyarbekir Spor" jî heman rojê li Edeneyê saet 18.30 de ligel Adana Sporê lîst. Diyarbekir ji sehayê bi 3-0 têkçûyî derket û vegeriya mala xwe.
Ji tîmên kurdan Van BB 30'ê mehê saet 13'yan de ligel tîma Sancaktepeyê lîst. Van BB'yê bi 1-0 bi ser ket û derket Dora 5'an. Her wiha Sîîrt Îl Ozel Îdare jî çû Enqereyê û ligel Keçîorenguce lîst. Sîîrt bi 3-1 têk çû.
Bi vî awayî ji tîmên kurdan tenê Van BB karî bi ser bikeve û rêya xwe bidomîne.
Vane hemû maçên Dora 4'an û encamên wan (Her ku encam bên tê nûkirin. Yên reþkirî derketin Dora 5'an):
29.10.2019:
- Altinordu - Amed Spor: 3-1
- 1074 Çankiri - Rizespor: 1-3
- Duzyurspor - Menemen Bld: 3-0
- Nigde Bld. - Antalya: 2-3 (Bi penaltiyan)
- Eyup - Konya; 1-0
- Altay - Gorele: 1-0
- Adana - Diyarbekir: 3-0
- Alanya - Înegol: 3-0
30.10,2019
- Kastamonu - 24 Erzîncan: 1-1 (Bi penaltiyan Erzîncan bi ser ket)
- Gumuþhane - Samsun: 0-3
- Van BB - Sancaktepe: 1-0
- Keçiorengucu - Siir Ýl Ozel Îdare : 3-1
- Payas - Manisa BB: 2-3
- Kemer - Kasimpaþa: 2-3
- Karagumgurk - Bandirma: 4-1
- Karacabey Birlik - Tuzla: 1-3
- Ýstanbul - Tepecik: 5-2
- BB Erzurum - Bodrum: 3-1
- Gençlerbirligi - Erok: 0-2
- Goztepe - Sivas Bld.: 3-0
- Tarsus Ýdman yurdu - Fenerbahçe: 1-3
31.10.2019
- Baysurt Gol - Bursa: 1-2
- Bugsa - Sivas: 0-6
- Kirklareli - Ankaragucu: 1-0
- Kayseri - Bayrampaþa: 2-0
- Gaziantep BB - Turgutlu: 3-0
- Denizli - Ýçel: 4-1
**
Nûçeyên Eleqedar:
- Reqîbê Amed, Diyarbekir, Wan û Sêrte eþkera bî (Dora 4'an)
- Diyarbekir Spor jî bi ser ket
- Amed Spor û Wan Spor bi ser ketin
- Reqîbên Amed, Diyarbekir, Wan Sporê diyar bûn
- Di dora duyem de tîmên bi ser ketin
- Kûpaya Tirkiyeyê dest pê kir: Vane tîmên kurdan