Diyarname
Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê hejmara pirtûkên ku di 2011'an de hatine weşandin eşkere kir.
Li Tirkiyeyê di 2011'an de bi gişti 493 mîlyon û 469 hezar heb pirtûk hatine çapkirin. Pirtûkên ku Wezareta Perwerdehî ya Neteweyî ya Tirkiyeyê çap kirin û li dibistanan bê pere belav kirine jî di nav vê hejmarê de ye. Di 2011'an de 204 mîlyon û 275 hezar û 611 heb pirtûk bê pere hatine belavkirin.
Di 2011'an de li gor 2010'an sedî 21 hejmara pirtûkên hatine çapkirin zêde bûne. Ji bo van pirtûkan 289 mîlyon û 193 hezar û 982 heb bandrol hatine girtin. Li gor hejmara pirtûkan li Tirkiyeyê serê kesî 6.7 pirtûk dikeve.
Li Tirkiyeyê hejmara weşangeran jî zêde dibe. Di 2010'an de hejmara weşangeran 1605 bû, di 2011'an de ev hejmar derketiye 1676'an. Di navbera 2007-2011'an de hejmara weşangerên ku ISBN girtine derket 8.150 hebî.
Bi giştî 43 hezar û 190 cure pirtûk hatine çapkirin. Di nav van de herî zêde pirtûkên wêjeyî hatine çapkirin. Dûre pirtûkên retorîk, zanyariya civakî, erdnîgarî û pirtûkên dîrokê tên. Di nav pirtûkên wêjeyî de jî herî zêde roman hatine çapikrin. Li gor vê pirtûkên wêjeyî û retorîk bi giştî 15 hezar û 34 heb, pirtûkên li ser mijarên giştî 531 heb, pirtûkên li ser felsefe/derûnî jî 1347 hatine çapkirin. Pirtûkên olî 2834, pirtûkên li ser zanyariya civakî 13 hezar û 983 heb, yên il ser ziman jî 585 heb hatine çapkirin. Dîsa yên li ser zanyariya xwezayê û matematîkê 425, yên li ser teknolojî 2665, li ser hunerên bedew 1431, li ser erdnîgarî û dîrokê 3062, li ser mijarên din jî 1293 pirtûk hatine çapkirin.
Yekîtiya Weşangeran gotiye ku du nav yên wêjeyî de pirtûkên bêqelîte wekî "bixwîne, bavêje, here" jî hene.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
Nûçeyên eleqedar ên li ser 2011'an:
- 2011: Pirtûkên bi kurdî rekor şikand
- 2011: Nûçeya herî girîng a salê
- 2011: Fîlmê salê 'Bir Zamanlar Anadolu'da' ye
- 2011: Lîstika bi kurdî ket nav lîsteya şanoyên herî serketî yên salê
- 2011: Di youtube de vîdyoyên herî zêde hatine temaşekirin
- 2011: Herî zêde ev doz bûn nûçe
- 2011: Li Tirkiyeyê 10 fîlmên herî zêde hatine temaşekirin
- 2011: Li Qoserê pirtûkên bi kurdî ên herî zêde hatine firotin


