Diyarname
Fûara Pirtûkan a Amedê îro bi dawî bû. Li gor agahiyên amadekaran di 8 rojên fûarê de 175 hezar û 800 kes çûne serdana fûarê.
7'emîn Fûara Pirtûkan a Amedê ku ji aliyê TUYAP'ê ve hat organîzekirin îro bi dawî bû. Di fûarê de li dor 130 weşanxane û saziyên sivîl stand vekirin, bi sedan çalakiyên çandî li dar ketin. Her wiha bi sedan nivîskaran pirtûkên xwe îmze kirin.
TUYAP'ê piştî bidawîbûna fûarê hejmara kesên çûne serdana fûarê eşkere kir. Li gor TUYAP'ê bi temamî 175 hezar û 800 kes çûne serdena fûarê ku ev hejmareke gelek baş e.
**
Nûçeya Eleqedar:
- 'Di avakirina Komarê de belgeyên xweseriyê yên sexte dan kurdan'
- Li Amedê çalakiyên bi kurdî û yên li ser kurdan
- Weşanxaneyên kurdan ên dê li Amedê bin diyar bûn


