Diyarname
Ma bi zor e; Ev dewlet 1'ê Gulanê qebûl nake. Wezîr Çîçek got: Çênabe ku 1 Gulan bibe roja betlaneyê.
Kedkad û rêxistinên kedkaran xwestin ku 1'ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê bibe roja betlaneya fermî. Ji bo vê yekê hem serî li hikumetê dan, hem jî gelek caran di vî warî de dîtinên xwe anîn ziman. Lê Wezîrê Dewletê û Cîgirê Serokwezîr Cemil Çiçek li ser vê yekê daxuyaniyeke îro pêşkêş kir û got: "Wekî tê zarî sendîkayan xwest ku 1'ê Gulanê bibe roja betlaneya fermî lê li gelek derên dinyayê 1 Gulan ne roja betlaneye û tişteke wisa çêbe dê bibe sedema windabûna kedê."
Her wiha Çiçek li ser pîrozkirina 1'ê Gulanê ya li Taksîmê jî got ku ev yek çênabe û li her bajarî cihên pîrozbahiyan diyar in.
Lê piştî vê daxuyaniyê di serî de Kesk û Dîskê diyar kirin ku digel her tiştî dê ew ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê herin Taksîmê.