Diyarname
Hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya di bin rêberiya HTŞ'ê de duh pêşnûmaya Zagona Bingehîn a ji bo welat belav kiribû. HSD'ê ev pêşnûma red kir.
MSD'ê wisa gotiye, "Ev pêşnûma zordariyê ji nû ve bi awayekî din hildiberîne, rêveberiya navendî çêdike, rayeyên bênîqaş dide hikumetê. Ev yek pêşî li xebata siyasî digire, avakirina partiya dixe rewşa zehmet, rêya ku ber bi demokrasiyê ve diçe dixitimîne. Di heman demê de ev pêşnûma mekanîzmayên darazê yên serdema demkî piştguh dike, bêhizûriya neteweyî kûrtir dike."
HSD'ê gotiye ku divê pergaleke demokratîk a ne navendî bê sazkirin û mekanîzma ji bo vê vekirî bin. HSD'ê di dawiyê de gotiye, "Sûriye welatê me hemûyan e. Em qebûl nakin ku careke din pergala despot bê sazkirin."


