Diyarname
Fîlmê derhêner Huseyin Karabey ê bi navê "Gitmek" (Çûyîn) di Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hat nîşandayîn.
Karabey heta niha bi belgefîlman derketibû pêş û niha yekem fîlmê xwe yê metrajdirêj pêşkêş kir. Fîlmê bi navê "Gitmek" yekem car di çarçoveya 27'emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê de hat nîşandayîn.
Fîlm li ser çîrokeke evînî ya rastîn hatiye kişandin; Çîroka jineke tirk a bi navê Ayça û mêrekî kurd ê bi navê Heme Elî.
Her du di dema kişandina fîlmekî de hev dinasin û ji hev hez dikin. Piştî 27 rojan ku kişandina fîlm xelas dibe Heme Elî vedigere Başûr, Ayça jî vedigere Stenbolê. Lê evîn wan dişewitîne, dixwazin bigihên hev. Li Iraqê DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) êrîşên desthilatdariya Sedam dikin û şer derdikeve, Heme Elî nikare bê Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê jî Ayça planên çûyîna Silêmaniyê dike.
Û çîroka fîlmê ku bi kurdî û tirkî ye dest pê dike. Rewîtiya Ayça ji Stenbolê dest pê dike, li Amed, Mêrdîn, Silopî, Wan û heta Urmineyê dike. Bêşik ji Hewlêr û Silêmaniyê jî dîmenên di fîlm de parçeyên din ên fîlm in.
Fîlmê ku di tema belgefîlmekî de çîrokek xweşik pêşkêş dike, rastiya jiyanê jî pêşkêş dike: Cihê ku şer lê hebe destûr ji bo evînê nîn e. Di dawiyê de Heme Elî û Ayça berî bigihîjin hev Heme Elî tê kuştin. Fîlmê ku heta wê derê bi hêvî diçe, tam di wê derê de hêstiran pêşkêş dike.
Li gor agahiyên ku me bi dest xistin amadehî tê kirin ku fîlm di meha pêşiya me de bikeve vîzyonê.
Kunye:
Gitmek (Çûyîn)
Dehnêre: Huseyin Karabey
Lîstikvan: Ayça Damgaci, Heme Elî Xan, Cengiz Bozkurt
Sala Kişandinê: 2008
Ziman: Tirkî, Kurdî, Îngilîzî