Diyarname
Zanîngeha Culemêrgê bi navê "Di sedsala 21'ê de ziman û wêjeya kurdî" konferansek ku wê sê rojan bidome li dar dixe.
Rektore Zanîngeha Culemêrgê û Seroke Rojên Ziman û Wejeya Kurdî Prof. Dr. Îbrahim Belenli ji bo konferansê metneke amede kiriye û dibêje ku kurdî li her herêma ku tê axaftin li gor xwe dîrokeke çêkiriye, bi awayekî balkeş mirov dikare bibîne zarava û devokên we xwe parastine. Ev rewş ji bo lêkolînerên ziman û wêjeyê qadeke gelek dewlemend e.
Belenli dibêje ku zimanê kurdî ku bi mîlyonan kes pê diaxive ji vê dîroka taybet hêz girtiye û wêjeyeke ava kiriye. Ew wiha didomîne: "Di nav dîrokê de ji Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Nalî heta Mahmud Baksî, Mehmed Uzun, Goran û Hejar Mukriyanî bingeheke xurt a wêjeyê saz kiriye û îro jî li ser vê bingehê dewlemendî û hebûna xwe didomîne."
Prof. Dr. Îbrahim Belenli diyar dike ku li Rojhilata Navîn, Tirkiye û her wiha li dinyaye zimanê kurdî dibe xwedî nirxekê, bi xebata semîner û konferansan, nîqaşên beşên Kurdolojiyê û xebatên din zêde dibin. Belenli van lê zêde dike: "îro kurdî, digel wêjeya xwe ji malan derketiye bi awayekî azad li qada îdarî û akademîk de tê bikaranîn. Lê wekî tê zanîn li hin welatên Rusya, Ewropa û yên Rojhilata Navîn berê jî li ser xebatên girîng hatine kirin. Li Tirkiyeyê xebatên di vî warî de bi rêya zanîngehan di rojevê de ye."
Li ser van gotinan Zanîngeha Culemêrge bi navê wê yê fermî "Hakkari Universitesi" konferanseke ku wê sê rojan bidome li dar dixe.
Di konferansê de li ser pirsên wekî ev bingeha wêjeyê çawa hate avêtin, ziman û wêjeya kurdî îro di çi rewşê de ye, li gor lêkolînvanan wêjeya kurdî xwedî kîjan taybetmendiyan e? wê nîqaş bêne kirin.
Konferans wê di navbera rojên 16-17-18'ê vê mehê de li dar bikeve. Rojek berî konferansê, saet 15.00'an de li Salona Konferansê ya Midûriyeta Çandê ya Ataturk wê merasima destpêkê li dar bikeve. Konferansa ku zimanê pêşkêşiyan tenê bi kurdî ye, gelek nivîskar, akademîsyen û lêkolînvan beşdar dibin.
Di nav beşdaran de ji Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê Sami Tan, Prof. Dr. Kadri Yildirim, Gerînendeyê Weşanê yê Nûbiharê Suleyman Çevik bigire heta Ehmed Huseynî, Ferhad Şalekî, ji
Komeleya Nivîskaren Kurd helbestvan Arjen Arîn û nivîskar, weşanger Ronî War, Serokê Enstîtuya Kurdî Amedê Feratê Dengizî, Serokê Koma Kurmancî ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê Reşo Zîlan, lêkolinvan Ahmet Aras û gelek kesen din hene.
Vaye lîsteya kesên ku wê beşdarî konferansê bibin:
1- Alîkarê Doç. Dr. Selim Temo Ergul - Serokê Beşa Ziman û Çanda Kurdî ya Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê
2- Alîkarê Doç. Hashem Ahmadzadeh - Zanîngeha Ekseter
3- Alîkarê Doç. Dr. İbrahim Seydo Aydogan. - Zanîngeha INALCO, Enstîtuya Milî ya Zimanên û Şaristaniyên Rojhilat
4- Sami Tan – Serokê Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Zimanzan.
5- Suleyman Çevik - Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê
6- Prof. Dr. Kadri Yildirim - Midûre Li Tirkiyeyê Zimanên ku Dijîn yê Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê
7- Alîkarê Doç. Dr. Farhad Shakely - Zanîngeha UPSALA
8- Ergin Opengin - Zanîngeha Sorbonne, Doctorant
9- Prof. Dr. Celîlê Celîl - Serokê Akademiya Lêkolînen Kurd a Viyana
10- Ehmed Huseynî - Helbestvan
11- Letif Helmet - Helbestvan/Nivîskar
12- Reşo Zilan - Seroke Beşa Kurmanci ya Enstîtuya Kurdî ya Parîsê
13- Alîkarê Doç. Dr. Ferhad Pîrbal - Kojela Hunerên Bedew a Hewlêre
14- Alîkarê Doç. Dr. Halkawt Hakêm - Zanîngeha INALCO, Serokê Beşa Kurdî ya Enstîtuya Milî ya Zimanên û Şaristaniyên Rojhilat
15- Mueyyed Teyîb - Mebûsê Parlemena Iraqê, helbestvan, nivîskar, weşanger
16- Eskerê Boyîk - Lêkolînvan/ Nivîskar
17- Alîkarê Doç. Bavê Naze - Zanîngeha Duhokê, Seroke Beşa Ziman û Wejeya Kurdî, hîndekar, romanûs
18 - Roşan Lezgîn - Nivîskar, wergêr
19- Yilmaz Ozdil - Zanîngeha Sorbonne, doctorant, sînemager
20- Arjen Arîn- Lêkolînvan/ Nivîskar (Komeleya Nivîskarên Kurd)
21- Ronî War - Lêkolînvan/Niviskar (Komeleya Nivîskarên Kurd)
22- Feratê Dengizî- lêkolînvan/nivîskar (Enstîtuya Kurdî Amedê)
23- Alîkarê Doç. Dr. Behroz Şucaî - Zanîngeha Duhokê, hîndekar
24- Ahmet Aras - Lêkolînvan, nivîskar
25- M. Xalid Sadinî - Lêkolînvan/nivîskar.
26- Abdulla Peşêw - Helbestvan
27- Husên Arif - Nivîskar/lêkolînvan
28- Alîkarê Doç.Christine Allison- Zanîngeha Ekseter
29- Alîkarê Doç. Tahir Yaşar - Zanîngeha Culemêrge, Midûrê Dibistana Bilind a Pîşeyî
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


