PARÎS
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) ku navenda wê li Parîsê ye, xelatên azadiya çapemeniyê yên 2010'an dan rojnamegerê îranî Abdulreza Tajik û stastyona radyoya Somalî Shabelleyê.
Rojnamegerê îranî ku ji 12’ê pûşperê ve girtî ye, ji ber xebatên xwe yên ji bo pêşxistina azadiya çapemeniyê li welatê xwe Îranê hêjayê vê xelatê hat dîtin.
Her wiha hat diyarkirin ku stasyona radyoyê ya Somalî ku bi zextên îslamiyên radîkal re rû bi rû ye, di nava 3 salan de 5 rojnamegerên wê hatine kuştin.
Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas ji sala 1992'yan ve xelatan dide rojnameger û saziyên çapemeniyên yên ku bi xebatên xwe derdikevin pêş.