Diyarname
Lîstikvana navdar Angelina Jolie berî 20'ê Pûşperê Roja Penaberên Cîhanê wekî Qasida Aştiyê ya Neteweyên Yekbûyî çû serdana penaberên kolombiyayî ku li bakurê Ekvatorê ne û di nav mercên dijwar de dijîn.
Jolie, li kampê bi jinek bi navê Donna ku heşt sal berê yekem car hev dîtibûn careke din hat ba hev.
Donna tevî 12 zarokên xwe ji ber tevliheviyên Kolombiyayê reviyabû Ekvatorê. Jolie piştî ku bihîstiye Donan digel van zehmetiyan niha bi qansêrê re jî têdikoşe çûye serdana wê.