Diyarname
Li Qersê û Li Qoserê, du şaredariyên kurd du festîvalên girîng li dar dixin.
Festîvala Serhedê
HDP yekem car e Şaredariya Qersê bi dest dixe. Bi hilbijartina Hevşaredaran Ayhan Bilgen û Şevin Alaca re xebatan jî dest pê kir. Ligel xebatên nav bajêr, niha ew festîvalek jî li dar dixin. Festîval bi navê "Festîvala Çand û Xwezayê ya Serhedê" 1'em car li dar dikeve. Festîval dê di navbera 29-30'ê vê mehê li dar bikeve û têde dê panel, gotûbêj, şahî, cirît û lîstikên gel hebin. Her wiha bi beşdariya hunermend Îlkay Akkaya, Seyfi Yerlikaya, Ozlem Baglayan, Kardeş Turkuler, Aşik-Dengbêj, Mehmet Atli û Dengbêj Meyman konserek li dar bikeve.
Li Qoserê şano heye
Şaredariya Qoserê di rojên 6 û 7'ê meha tîrmehê de lîstikên şanoyê dê pêşkêşî gel bike. Di çarçoveya şahiya şanoyê ku du rojan dê li dar bikeve de Şanoya Bajêr a Amedê dê du lîstikên xwe "Wê hesab neyê dayîn" (6'ê mehê) û "Xwezînî" (7'ê mehê) pêşkêş bikin. Pêşkêşkirina lîstikan di saet 20'an de li Navenda Jinan a Nûda de ye.