Diyarname
Vê hefteyê didu ji Tirkiyeyê 8 jê ji derveyî Tirkiyeyê bi temamî 10 fîlm ketin vîzyonê. Ji van didu anîmasyon in. Vê hefteyê çend fîlmên balkêş hene. Her wiha fîlmên li ser avakarê ferhenfa Oksfordê, yê li ser Berlusconî, dîsa yê li ser keştiya rus a noqavbûyî vê hefteyê derdikevin pêşberî temaşevanan. Van her sêyan em derdixin pêş û pêşniyar dikin.
"The Professor and the Madmad"
Fîlmê derhêner Farhad Safinia yê bi navê "The Professor and the Madmad" (Profesor û Dîn" bi navê "Deli ve Dahi" ketiye vîzyonê. Fîlm berê temaşevanan dide her du kesên ferhenga îngilîzî ava kirine ku niha bi navê Ferhenga Oksfordê tê zanîn. James Murray li dinyayê yekem kes e ku hevokên îngilîzî tîne ba hev û dixwaze ferhengek çêbike. Murray ku ketiye bin vî barê giran rojek nameyek jêre tê. Dr. Minor name jêre şandiye û wî ferhengek ji 10 hezar peyvan pêkhatî amade kiriye. Bi vî awayî ev her du kes rastî hev tên, xebata wan dibe sedema avakirina Ferhenga Îngilîzî Oksfordê û fîlm çîroka vê jiyana derîadetê nîşan dide.
Serlîstikvaniya fîlm du lîstikvanên serketî Mel Gibson û Sean Penn dikin û lîstikvan Natalie Dormer û Jennifer Ehle bi rolên xwe di fîlm de cih girtine.
Jiyana Berlusconi di 'Loro' de
Fîlmê derhênerê îtalî Paolo Sorrentino ê bi navê "Loro" bal dikişîne ser jiyana serokwezîrî Îtalyayê yê berê Silvio Berlusconi. Derhêner Sorrentino ku bi rêzefîlmê "The Young Pope" bal kişandibû û bûbû sedema nîqaşan, di vî fîlmê xwe de berê kamerayê daye jiyana taybet a Loro. Ji kariyera wî ya siyasî heta skandalên wî jiyana wî bûye mijara fîlm.
Çîroka noqavbûna keştiyê: Kursk
Fîlmê derhêner Thomas Vinterberg ê bi navê "Kursk" li ser keştiya rus noqav bûbû hatiye kişandin. Di bûyera noqavbûna keştiya bi navê "Kursk" de 120 leşkerên rus miribûn.
Vane hemû fîlmên vê hefteyê:
- The Professor and the Madman / Derhêner Farhad Safinia
- Juliet, Naked / Derhêner Jeese Peretz
- Fat Buddies / Derhêner Bao Beier
- Kursk / Derhêner Thomas Vinterberg
- Loro / Derhêner Paolo Sorrentino
- Hunter Killer / Derhêner Donovan Marsh
- Coconut The Little Dragon: Into The Jungle / Derhêner Anthony Power / Anîmasyon
- Jumbo / Derhêner James Snider / Anîmasyon
-Şeytan Oyunu / Kadir Genç
- Bana Bir Aşk Şarkisi Soyle / Derhêner Mehrdad Ghafarzadeh


