Diyarname
Kurtedemek berê romana nivîskar Aynur Aras "Berf û Berf" ji Weşanên J&J'yê derket. Îro li Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê çalakiya danasîna romanê hebû. Nivîskar Aras jî li wir axivî.
Nivîskara malpera me Aynur Aras îro ji bo danasîna romana xwe li Enstîtuya Kurdî ya Stockholmê bû. Di çalakiya ku enstîtuyê organîze kir de pêşî panelek li dar ket û paşê nivîskar Aras pirtûkên xwe îmze kirin. Moderatoriya panelê Bêkes Berwarî kir. Di panelê de nivîskar Aras li ser romanê, li ser kar û xebatên xwe axivî.
Li ser pirsa, "Li ser jinê dikarî çend gotinan bêjî?" ku moderator Berwarî kir, nivîskar Aras wisa got; "Jin çendî êşê bikişîne jî…çendî xwediyê hestê kûbar û dilê nazik be jî..mînanî hin mêran ji pirsgirêkan natirse bi heybet dajo ser tirsê û ji şexsiyeta xwe ya stabîl tavîz nade…"
Berwarî qala kar û bar û jiyana rojane ku zehmet e de çawa pêra digihîne ku romanê binivîsî jî Aras wisa got, "Bi organîzekirina wextê... Ez rojên xwe yek bi yek organîze dikim. Rojên kar nekim saet bi saet program dikim dê di kîjan saetê de kar û barê malê û kîjan saetan de li ser edebiyatê bixebitim. Meriv ku bikaribe wextê xwe organîze bike wext pir e.. Û programkorina wextê jî hunerek e."
Nivîskar Aynur Aras di sala 2012'yan de pirtûka xwe ya helbestan "Xemla Rondikan" (Weşanên Ar) û di sala 2016'an de jî romana "Leylana Kesk" (Weşanên J&J) derxistibû. "Berf û Berf" pirtûka wê ya sêyemîn e. Aras di Diyarnameyê de nivîsên xwe belav dike.

.jpg)
"Berf û Berf" ji Weşanên J&J derketiye û 268 rûpel e.


