Diyarname
Koma Xebatên Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê her sal di meha gulanê de "Rojên Belgefîlman" li dar dixe lê îsal zanîngeh destûrê nade ew li kampusê çalakiyê li dar bixin.
Roja 20'ê meha reşemî ya 2015'an li Zanîngeha Egeyê Firat Yilmaz Çakiroglu yê alîgerê Nijadperesan di pevçûna di navbera nijadperest û xwendekarên demokrat de hatibû kuştin. Piştî wê bûyerê Rektorê Zanîngeha Egeyê Candeger Yilmaz biryara qedexeyê ya ji bo hemû çalakiyan a li nav kampurê girtibû. Vê yekê bandor li Rojên Belgefîlman jî kir.
Rojên Belgefîlman îsal 8'emîn car dê li dar bikeve lê biryara rektorî tesîr lê kir û heta niha rektorî ji ber vê qedexeyê salon nedaye wan û naxwaze bide jî. Ji bo vê yekê Koma Xebata Ragihandiyê ya Egeyê li ser change.org kampanyaya berhevkirina îmzeyan a wekî "divê temaşekirina belgefîlman neyê qedexekirin." daye dest pê kirin. Kom li bendê ye ku her kes alîkarî bide wan û ew îsal jî wekî salên din bikaribin rojên belgefîlman li dar bixin.
Ji bo kesên bixwazin îmzeyê bidin lînk ev e: