Dîwana Dengbêjan li benda we ye
Diyarname
Li Amedê, li Mala Dengbêja ve havînê her roja þemî dengbêj li benda mêvanên xwe ne.
Par li Amedê Mala Dengbêjan hatibû vekirin, digel vê xebatê CD'yek û Antolojiyeke Dengbêjan hatibû derxistin. Di heman demê de dengbêjan li Amedê û Stenbolê konser pêþkêþ kiribû. Ji wê demê de dengbêj li mala xwe xebatên xwe didomînin. Niha jî wan dest bi konseran kir. Ji niha û di hemû serdema havînê de dengbêjên Amedê dê her roja þemiyê di navbera saet 16.00 - 18.00'an de li Mala Dengbêjan diwanê saz bikin û klamên xwe pêþkêþ bikin.
Di þeva yekem de projeya ku CD û Antolojiya Dengbêjan hate nasandin. Wekîlê Serokê Koma Meclisê ya DTP'ê Selahattin Demirtaþ, Þaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr, Þaredara Baglarê Yurdusev Ozsokmenler, Þaredarê Kayapinarê Zulkuf Karatekin, helbestvan Hicri Îzgoren, endamên meclisa þaredariya û hunermez amade bûn.
Þaredar Baydemîr ku mazûvanî dikir got; "Xwediyê malê ne em, hûn in. Ez kêfxweþ im ku li pêþberî we me. Ger heta niha hê jî kurdî tê axaftin di vir de rola dengbêjên me gelek mezin e.
Piþtî axaftinan dengbêj ÎBrahîmî Tirkî, Seyîdxanê Boyaxçî, Nêgizê Hemê, Feleknas, Hesenê Þilbî û Îsmaîlê Sêlimî klamên xwe pêþkêþ kirin.
Ji bo yên eleqedar:
Mala Dengbêjan:
Ziya Gokalp Mahallesi, Kiliççi Sokak, No: 6 (li kêleka Mizgefta Behram Paþa)
Telefon: (0412) 229 20 34