Şirnex
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ji bo avakirina muzeya ji bo Roboskkîyê dest bi amadekariyan kir.
Ji endamên SGDF’ê Burcu Demîrbaş û Dîdem Arda çûn gundê Roboskî û bi malbatan re hevdîtin kirin. Paşê cihê ku dê muze lê bê sazkirin diyar kirin.
Li gor agahiyên ku hatin dayîn dê ereziya li kêleka gara 34 gundiyên hatin kuştin ji bo muzeyê bê bikaranîn. Ciwan dê bi Cîgirê Şaredarê Şirnexê Faik Saltan û Rêxistina BDP'ê Cizîrê re jî hevdîtin pêk bînin. Hat gotin ku Saltan û BDP'yiyan ji bo muzeyê soza alîkariyê dane.