Diyarname
Lîskikek nû ya şanoyê li ser dikê ye: "Zargotin Zêrgotin e". Lîstika yek perdeyî ya komedî û ya bi muzîk yekem car 19'ê vê mehê saet 19'an de dê bê lîstin.
Lîstika ku ji aliyê Teatra Mencel ve hatiye amadekirin ji aliyê Çetoyê Zêdo ve hatiye nivîsandin. Zêdo pişta xwe daye çîrokên gelêrî û ji bo lîstika şanoyê metna xwe amade kiriye. Derhêner Nazmi Kahraman ku heta niha ji bo gelek lîstikan derhênerê kiriye, di vê lîstikê de jî bar girtiye ser milên xwe. Di lîstikê de Perînaz Delazy, Ferhat Aslan, Halil Karakoyun, Fatma Şelem, Dilvîn abî û Bêrîvan Budakbeyoglu têde dilîzin.
Lîstik ji çar behneyên biçûk pêk tê û di sehneyan de temaşevanan dikişînin nava çîrokên gelêrî


