Diyarname
Xelata Man Booker ya 2018'an ji bo pirtûka wêya bi navê "Milkman" an Anna Burs. Îsal 50'emîn car e ev xelat tê dayîn.
Xelata Man Booker didin hemwelatiyên Civaka Brîtanî yan jî hemwelatyên Komara Îrlandayê ku divê berhev bi îngilÎzî hatibe nivîsîn. Îsal xelat dan Anna Burns. Burns yekemîn kes e ku ji Bakurê Îrlandayê vê xelatê digire.
Pirkûman "Milkman" sêyemîn pirtûka Burns e. Ji bo xelatdayînê duh êvarê li Londona Îngilistanê merasima xelatdayînê çêbû. Burns xelata xwe ji jina Prens Charles Camilla girt.
Romana Burns li ser keçikek 18 salî ye ku ev keçik di dema pevçûnên etnîkî yên li Bakurê Îrlandayê de ye. Roman nîşan dide ku wê demê kesekî bi navê "Milkman" (Şîrfiroş) ê çekdar keçik tacîz kiriye.
Anna Burs li Belfastê hatiye dinê. Wê heta niha bi navê "Little Constructions" û "No Bones" du pirtûkên din nivîsandibûn û bi "No Bones" xelata "Orange" girtibû.