Diyarname
Xalek din ji aliyê Barsolanayê ve li dîroka fûtbolê hat zêdekirin: Barselona bû yekemîn qilûb ku mîlyar dolar derbas kir Barselonayê par bi tam temamî 1.05 mîlyar (914 mîlyon Euro) dolar pere kar kir. Tena niha tu qilûbek salane mîlyar dolar pere kar nekiribû.
Lêçûyênên tîmê 1.017 mîlyar dolar (882 mîlyon Euro) ne, dema bac jî jê bê derxistin pereyên ku ji bo qilûbê dimînin salane 15 mîlyon dolar in. Hat gotin ku ji sala 2010'an heta niha qilûbê 217 mîlyon dolar (188 mîlyon Euro) pere kar kirine. Hat gotin ku deynên qilûbê 157 mîlyon Euro ne.
CEO'yê Qilûba Barselonayê Oscar Grau got ku ew butçeya qilbûbê ya sala 2018-2019'an wekî mîlyarek û 105 mîlyon dolar (960 mîlyon Euro) texmîn dikin.