Diyarname
Wezîrê Agahiyên Teknolojî û Ragihandinê yê Îranê Mihemed Cewad Azerî Cehromî serî li dadgehê da û xwest qedexeya li ser Twitterê bê rakirin. Wekîlê Serdozgerê Îranê Ebdulsemed Hurremabadî ev daxwaza wezîr wekî dijî zagonên li welat bi nav kir û diyar kir ku dê qedexeya li ser Twitterê neyê rakirin. Dozger li ser hesabê xwe yê "Suruş" re ev agahî parve kir ku "Suruş" bernameyeke ragihandinê ya tora civakî ye. Wezîr got ku Twitter di bin qontrola DYA'yê de ye.
Li Îranê torên civakî wekî Facebook û Twitter qedexe ne.
Telegram ku gel bi kar dianÎ jî di berfanbara 2017'an de hat qedexekirin.


