logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Li Berlinê kolana Rudî Dutschke

Li bajarekî kolan û kuçeyan piştguh mekin! Gelek caran ew kolan, kuçe yan jî qadên ku her roj hûn tê re derbas dibin, di

  • Dîrok: 04/08/2018
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Yeko ARDIL

Li bajarekî kolan û kuçeyan piştguh mekin! Gelek caran ew kolan, kuçe yan jî qadên ku her roj hûn tê re derbas dibin, diçin karên xwe yan jî ji kar vedigerin malên xwe ango hûn li wir gelek caran çalakiyên wek meş û xwenîşandanan lidardixin, ji bilî hebûna xwe ya erdnîgarî jî nûnertiya nasnameyên cihêreng jî dikin.

Di jiyanê de serboriyên wiha yên gelek mirovan hene. Di bîranînên pirr kesan de dihête gotin, ew her roj di ber xaniyekî dîrokî re derbas bûne, lê mixabin wan nezaniye ku ew der kevne wargeheke dîrokî ya kesekî ye ku mohra xwe li dîroka mirovahiyê daye. Gava pê hesiyane jî xemgîn bûne. Wisa jî ew serborî dibin sedem ku mirov ji nû ve li şûnwarê xwe bi hişyarî binêre, bi çavên tije meraq û lêkolînerî temaşe bike.

Berlîn jî yek ji wan bajarên dîrokî ye ku divê mirov li her bostên kuçe, kolan û meydanên wî bi hişyarî binêre. Ew kolanên fireh, mezin û dirêj ên bajarî ne tenê ji bo çûn û hatinê ne, ne tenê xizmeta gihandina mirov û wesayitan dikin. Gelek ji wan şahidiya bûyerên tije sosretî, tije xemgînî, tije xwîn û tije liberxwedanê jî dikin.

Gelek mirov hîna jî rojane di ser lewheyên madenî yên hema hema li tevahiya kuçe û kolanên Berlînê kutayî re derbas dibin, pê li wan dikin, lê mixabin kêm kes bi maneya wan lewheyan, nav û nasnameyên li ser wan dizanin. Di rastiyê de ew lewhe ji bo bibîranîna kesên di serdema desthilatiya Nazîyan de ji aliyê polîs û eskerên Adolf Hitler ve hatîn qetilkirin, hatîne bicîhkirin. Ew berhemên wisa ne ku tu carî û bi tu awayî ji cih ranabin û nayêne rakirin.

Her wisa heger mirov behsa Berlînê bike û bi çend hevokan behsa nasnameya Berlînê bike, bêguman mirov wê behsa kolan, kuçe û meydanên wê yên dîrokî jî bike. Ew kolan û kuçe ne tenê şahidiya dîrokekê dikin ku bûye sedemê guhertina herikîna îstîqameta dîrokê, ew kolan bi navên feylesof, nivîskar, hunermend, zanist, endezyar û şoreşgeran in. Kêm navên esker û generalan li wan kolanan hatine kirin. Çend navên wekî Helmut von Moltke hene ku von Moltke bi xwe jî ji generalî ya xwe bêhtir bi nameyên xwe yên ji Anatolya û Mezopotamya nivîsandî, navdar e. Wekî din piranî navên kesên ku bi hiş, zanîn û hunerê xwe ve rê nîşanê mirovahiyê dayîne, nav li wan hatine kirin.

Kolana Rudi Dutschke jî di rasthatineke wisa de pêrgî me hat. Helbet nêzîkbûna navê Rudi ya li kurdî jî sedemeke balkişandinê bû. Ew kolan li navenda navçeya navdar Kreuzbergê li nêzî rawestgeh û kolana Koch strasse ye. Di encama lêkolîneke kurt de em rastî çîroka jiyanake balkêş û trajîk dihên.

Alfred Willi Rudolf Dutschke wekî Rudi hatiye naskirin. Di adara 1940´î de li Shconefeldê hatiye dinê. Sala 1979´an li Danîmarkayê koça dawiyê kiriye. Ew yek ji civaknasên Marksîst ê tevgera xwendekarên salên 60´î bû. Nîsana 1968'an kesekî rastgir ango Nazîstê Nû wî dike armanca êrîşeke çekdarî û ji serê xwe bi giranî birîndar dibe. Sala 1979´an jî ji ber wê sedemê dimire.

Bi berdewamî; Rudi; ji bo nifşê 68´an û ji bo tevgera xwendekarên çepgir ên alman navekî efsanewî ye. Di wê demê de bi zanîna xwe ya berfireh û bi rêberiya xwe ya jidil wekî pêşengê tevgera xwendekaran hatibû qebûlkirin. Piştî wê êrîşê Rudi yê xwendekaran ên şoreşger yan jî bi navê din Rudi yê Sor tim ji ser hişê xwe diçû. Carekê jî li serşokê ew jihişçûyîn lê qewimî û di nav avê de fetisî.

Rudi yê ku wekî Che yê alman jî dihat pênasekirin, wê demê bi tundî li dijî Şerê Wîetnamê û pergala emperyalîst a cîhanê derdikeve, ji ber ku ciwaniya wî li rojavayê Almanyayê derbas bûye, li hemberî sosyalîzma partiyê ango serdestiya partiyê jî bi hişyarî tevdigere. Di serê wî de birîna sê guleyên faşîst diçe Îngilistanê. Li wir dixwaze tevgereke nû bide destpêkirin, lê tê dersînorkirin. Demekê li Danîmarkayê dimîne.

Heta roja mirina wî ya ku ew jî di nav mija gumanan de ye, li bawerî û têkoşîna xwe dewam dike. Lêkolînerên jiyana wî nivîsandî, ew wekî kesekî bi aliyê fîlozofî ve xurt, lê di heman demê de jî alîgirê tundiyeke bisînor didin nasîn. Kolana Rudi careke din jî îspat dike ku di zanînê de tu carê tu ast têrî nake. Navê Rudi jî li paytext Berlînê şevên tarî ronî dike. Dema em Rudi û Rudiyan bi bîr tînin, divê em li rê, dirb, kolan û meydanên em tê re derbas dibin, miqate bin. Kesên ku bi navên xwe wan rêyên tarî ronî kirine, ji bîr nekin.
04/08/2018, Yenî Ozgur Polîtîka

Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘LiteraKurd Mala Wêjeyê’ vedibe

ad

Mêvanê Cafe’M’ê vê carê Dilawer Zeraq e

ad

Dadgeh dixwaze rojnameger Aktan ceza bike

ad

Êlihiyan 5 kamyon alîkarî ji bo Rojava şand Mêrdînê

ad

Li Wanê erdhejek din, dîsa mirî hene

ad

Li Katalonyayê jî serxwebûn ma serdemek din

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname