Diyarname
îro sê maç hatin lîstin. Di Koma E de Brezîlyayê Kosta Rîka bi 2-0 têk bir û sê pûnanên xwe girtin. Bi vê yekê di di dawiya maça diduyan de bû xwedî 4 pûnana. Maça din a vê komê di navbera Sirbistina û Swîsreyê de bû. Swîsreyê bi 2-1 maç bi dest xist û ew jî bû xwedî 4 pûanan. Sirbistan ku xwedî sê pûanan bû firsendek mezin bi dest xist. Ger bi ser biketa raste rast ji komê derdiket. Kosta Rîka bê pûan e û maça sêyem bê armanc dê bilîze.
Di maçên sêyem de Brezîlya û Sirbistan, Swîsre û Kosta Rîka dê bên hemberî hev. Ji bilî Kosta Rîka hêviya her sêyan heye lê du ji wan dê ji komê derên.
îzlandayê firsend ji dest xist
Di maça Koma D de jî îzlandayê firsend ji dest xist. îzlanda ku xwedî pûanek bû ger bi ser biketa dibû çar pûan û ji komê derdiket lê nebû, Nîjeryayê ew bi 2-0 têk bir, rewşa komê tevlihev bû. Hirvatistan bi 6 pûanan ji komê derketiye. Nîjerya xwedî 3 pûanan, îzlanda û Arjantîn xwedû pûanek in.
Maçên sêyem ên vê komê bi vî rengî ne: Nîjerya û Arjantîn, Îzlanda û Hirvatistan dilîzin. Yê rehet Hirvatistan e û yên din hemû di bin strasê de ne.


