Diyarname
Di vê destpêkirina dibistanên li Tirkiyeyê ku bi tirkî perwerdehî didin de KCD'ê biryar da ku hefteya pêşîn kurd dibistanan boykot bikin û zarokên xwe neşînin dibistanan.
Kurd-Dera Enqereyê jî îro bi daxuyaniyeke çapemeniyê piştgirî da boykota Kongreya Civaka Demokratîk (KCD).
Kurd-Derê ji bo vê yekê li ber YKM'ya Kizilaya Enqereyê daxuyaniyeke da çapemeniyê. Şaredarê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî beşdarî daxuyaniyê bû.
Komê pankartên "Zimanê azad, çanda azad, welatê azad", "Em perwerdahiya zimanê xwe dixwazın" vekirin û diruşma "Zimanê me rûmeta me ye" berz kirin.
Serokê Kurd-Derê Ahmet Aday gt: "Divê asîmîlasyon û zordariya li ser kurdî bê rakirin."
Mebûs Bînîcî jî got ku Serokwezîr Erdogan li Almanyayê dibêje asîmîlasyon sûcê mirovahiyê ye lê li Tirkiyeyê asîmîlasyona li ser kurdan nabîne.