Diyarname
Îro 21'ê Rezberê Roja Alzheimer a Dinyayê ye. Alzheimer nexweşiyeke ku mirov her tiştî ji bîr dikin. Bi vê rojê balê dikişînin ser vê nexweşiyê.
Di vê rojê de em îstatîstîk û agahiyên li ser vê pêşkêşî we bikin.
- Kêmbûna folîk asît, pîrîdoksîn, vîtamînê B12; ligel van, bilindbûna homosistein dibe sedema destpêkirina vê nexweşiyê.
- Di vê nexweşiyê de di bîra nexweş de problem derdikevin; ew xwe ji bîr dike.
Hin nîşaneyên heyî bi vî rengî ne:
- Di zanînê de şêlobûn
- Adaptenebûna li cihê lê mayî
- Li cihê baş dizane jî têdernexistin û windabûn
- Pirsgirêkên di axaftin û bikaranîna ziman de
- Êrîşkarî, daxwazên ne normal ên ji endamên malbatê yan jî ji hevalên xwe.
- Li hemberî derdorê bi şik tevgerîn
- Halusînasyon û zenkirina tiştan
- Kêmbûna motîvasyonê
- Bêyî alîkarî nikaribe pêdiviyên xwe yên rojane bîne cih
- Bûyerên ku ji bîr çûye înkarkirina wan
- Metirsî û depresyon
Her ku temen zêde bibe ev nexweşî hê zêdetir xwe nîşan dide.
- Bi taybetî di kesên temen bi ser 65'an re xwe nîşan dide.
- Sedî 2-4'ê kesên temen bi ser 65'an re de ev nexweşî heye. Di yên bi ser 85'an re de sedî 20 ev nexweşî heye.
- Ger nexweş gihîştibe asta dawî, wê çaxê di navbera 1 û 3 salan de emrê wî/ê maye.
AGAHIYÊN WHO'YÊ
- Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê (WHO) ji bo vê nexweşiyê her 21'ê rezberê de agahiyan belav dike, balê dikişîne ser vê nexweşiyê. Li gor WHO'yê li dinyayê 55 mîlyonî zêdetir nexweşên Alzheimerê hene. Wisa here di sala 2030 de ev hejmar dê bigihîje 78 mîlyonî; di sala 2050 de dê bigihîje 139 mîlyonî.
- Li Tirkiyeyê li dor 300 hezar nexweşên Alzheimerê hene.
ÇARE, EGZERSÎZ Û HIN XWARIN
- Heta niha çareya bi temamî têkbirina vê nexweşiyê tune ye, lê pispor dibêjin kes her roj 30 deqe di asta tempoya normal de egzersîzan bikin, dê hê hindik rastî vê nexweşiyê bên.
- Dîsa, hin xwarinên dikarin pêşî li vê nexweşiyê bigirin, yan jî kêm bikin ev in: Masiyên somon, sardalya, uskumru, gûz, bihîv, rûyê zeytê, avokado, sebzeyên pel kesk, çîlek, tuyên reş, mêweyên wekî porteqal, mendelî, greyfurt û lîmon.
Di vê rojê de hay ji bîra xwe hebin, hey ji bîrra xwe ya kes jî, ya neteweyî jî hebin.