Diyarname
Yek ji lêkolînvanên kurd Jemal Nebez li ser kurdan lêkolînan xwe didomîne. Pirtûka Nebez ji Avestayê derket.
Pirtûka ku bi navê "Kurd (Dîrok û Kulturan Wan)" hatiye weşandin ji 93 rûpel pêk tê.
Weşanên Avesta bi mebesta ku kultur û zimanê kurdî ji sînor û çarçoveya folklor û edebiyatê derkeve, kurdî bibe zimanê jiyana modern, wergera lêkolînan ji zimanê orijînal ji bo kurdî didomîne. Piştî ‘Şerefname’, ‘Dîroka Kurd û Kurdistanê’, ’40 Sal Xebat di Riya Azadiyê de’, ‘Kurd û Kurdistan’, ‘Êzdiyatî’ û hin kitêbên bîranînan, vê carê jî di seriyala ‘Kurdolojî’ de kitêba alimê nasraw ê başûrî Jemal Nebez a li ser dîrok, kultur û zimanê kurdî, bi navê ‘Kurd Dîrok û Kultura Wan’ pêşkêş kir.
Pirtûka ku ji aliyê Ergîn Opengîn ji îngilîzî ji bo kurdî hatiye wergerandin di bin van sernavan de mijarê digire dest: "Kurd, dîrok û kultura wan", "Zimanê kurdî ji tradîsyona devkî bo zimanê nivîskî". Her wiha di pirtûkê de li ser jiyan û berhemên Nebez jî agahiyên berfireh hatine pêşkêşkirin.
Serokê Civata Kurd li Berlînê H. Mohemed Alî li ser Nebez û pirtûkê pêşekek ji bo pirtûk nivîsandiye û wiha gotiye: "Nebez analîzeke hurd û deqîq a etîmolojîk û etnografîk a gelek şahidên dîroka kurdan pêşkêş dike: ‘Peyv, têrm, tişte û her çi zuhûr û xuyabûna jiyana civakî ya berê’, ku bi sedsalan e wekî ‘ne-kurdî’ hatine dêran ji aliyê wan kesan ve ku Kurdistan dagîr kirine, û bi bêfikirî wesa hatine qebûlkirin ji aliyê kurdên ku şik nedibirinê û rexne lê nedigirtin. Ev yek aşkera dike ku Dr. Nebez ne dîroknasekî asayî û jirêzê ye, berevajî, wî bi xwe dîrok çêkiriye lew yekî wesa ye ku rexneya kulturî û prensîbên sosyal û felsefîk digihîne hev û şêwe dide wan."
Kurd (Dîrok û Kultura Wan) / Jemal Nebez / Wergera ji îngilîzî: Ergîn Opengîn / 93 rûpel


