Diyarname
Messi ku îsal 91 gol avêtibû û rekor şikandibû vê carê bi Goga Zêrîn rekor şikard. Messi bû 4 caran ser hev de vê xelatê bi dest dixe û dikeve nav rûpelên dîrokê.
FIFA her sal Xelata Goga Zêrîn (Ballon d'Or) dide. Îsal lîstikvanên Barselonayê Messi, Iriesta lîstikvanê Real Madrîdê Ronaldo berendamên xelatê bûn. Di encama dengdayînê de Messi dengênn herî zêde girt û bû xwediyê xelatê.
Di sala 2009, 2010 û 2011'an de Messi ev xelat girtibû û niha li ser navê lîstikvaniya xwe ya sala di sala 2012'yan jî ev xelat bi dest xist û bû 4'emîn car vê xelatê digire. Messiyê 25 salî bi merasimekê li Zurihê xelata xwe girt. Bi vê yekê re bû yekemîn lîstikvan ku 4 caran ser hev de vê xelatê digire.
Berê Michael Platini yê fransiz, Ronaldoyê yê brezîlyayî û ji Hollandayê jî Johan Cruff û Marco Van Basten sê caran ev xelat girtibû. Messi cara çaran jî ev xelat girt û dîrokek din nivîsî.
Messi îsal di salekê de 91 gol avêtibû û rekorka Gerd Muller ku di zala 19727yan de bi 85 golan rekor bi dest xistibû. Piştî 40 salan Messi rekora Muller şikand.
Her wiha FIFA'yê 11 lîstikvanên herî serketî wisa diyar kir: Iker Casillas, Dani Alves, Gerard Pique, Sergio Ramos, Marcelo, Xabi Alonso, Xavi Hernandez, Andres Iniesta, Lionel Messi, Radomel Falcao, Cristiano Ronaldo.
Ji bo xelata teknîk dîrektorê salê jî Vicente Del Bosque (Spanya), Pep Guardiola (Barselona) û Jose Mourinho (Portekiz) wekî berendam hatibûn nîşandayîn, Vicente Del Bosque bi ser ket û xelata xwe girt.
Di nav teknîk dîrektorên ku tîmên jinan didin xebitandin de Pia Sundhage (Swêd) bû yekemîn; ji bo lîstikvana fûtbolê ya salê jî Abby Wambach (DYA) hate hilbijartin.
Her wiha Xelata Taybet a Serokatiya FIFA'yê jî dan Beckenbaur ê fransiz.