Diyarname
Fûara Pirtûkan a CNR’ê îsal li Avrasya Gosterî Merkezî ya li Yenîkapiya Fatîha Stenbolê deriyên xwe vekirni. Li fûarê 5 weşanxaneyên kurdan stand vekirine.
CNR îsal 8’emîn car e vê fûarê li dar dixe. Fûar îro vebû û heta 3'ê avrêlê dê vekirî be. Li dor 300 weşanxane û saziyên sivîl standan vekine. Li Stenbolê TUYAP û CNR du fûar li dar dikevin. CNR ji TUYAP’ê hinek cudatir, zêdetir weşanxaneyên mihawezekar têde cih digire. TUYAP jî vê payîzê li dar dekeve.
Ji weşanxaneyên kurdan Weşanên Morî û Weşanên Dara ji Amedê, Weşanên Sîtav ji Wanê, Weşanên Na ji Îzmîrê û Weşanên Nûbihar û Weşanên Zîlanê jî ji Stenbolê hatine û li fûarê cihên xwe girtine. Weşanxaneyên kurdan ji bo nivîskarên xwe rojên îmzeyê jî li dar dixin.
Foto: Davut Ozalp
***
Nûçeyên Eleqedar: