logo
ad
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'
  2. Di Edebiyatê De Jin
  3. Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'
  4. Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin
  5. Ji êrîşa ser xwe dê pirtûkek amade bike
news-details

TRT 6 bêdestûr berheman bi kar tîne

  • Dîrok: 16/02/2011
  • Beş: Serbest

Edîb Polat

TRT 6 ji dema ku dest bi weşanê kiriye, ne tenê xeletiyên ziman kiriye, her wiha berheman bêyî destûra xwedî, bestekar an nivîskarê wan diweşîne. Wekî tê zanîn çendekî berê bêyî destûra hunermend Rojda, hin stranên wê dabûn çapkirin û ev yek bibû sedemê berteknîşandina wê hunermend kurd.

TRT 6 heman bêexlaqiyê ji bo pirtûka min a RISTEMÊ ZAL pêk aniye. Roja 09. 02. 2011, saet di 22’ê şevê de programek çîrokbêjiyê bi navê “LI BIN SIYA DESTANAN” hat pêşkêşkirin.

Pêşkêşvanê vê çîrokbêjiyê kesekî berê di Şanoya Bajarê Mezin de dilîst bû. Wî egal dabû serê xwe, di dilqê kalemêrekî de çîroka Ristemê Zal digot. Lê bala min kişand ku ew bûyerên wê çîrokê ji romana min a bi navê Ristemê Zal hatibûn girtin. Min pirtûkê girt destê xwe û ew şopand, tiştên ku çîrokbêj digot, kurtahiya romana min bû.

Di wê programê de beşa zewaca Ristem û Tehmîne dihat gotin û di berdewamiya wê de qala paşayê Semenganê ku keça xwe ya bi navê Tehmîne çawa li Ristemê Zal mar dike tê kirin. Hespê Ristem Rexşê Belek winda dibe, ew li pey diçe bajarekî, qralê bajêr Ristem diezimîne, Ristem ew şev li mala wî dibe mêvan. Bi şev keça wî diçe cem Ristem. Ji bihevrebûna wan demek bi şûn de kurek ji Tehmîne re çê dibe, navê wî Suhrab datînin. Ristem beriya ji wî bajarî vegere Kela Zabilê, ew keçik mar dike, lê diyariyek dide wê. Gava Suhrab mezin dibe diya wî ew diyarî wekî hemayil dike sitûyê kurê xwe. Suhrab bêyî ku bavê xwe nas bike dibe pêhlewanek jêhatî. Neyarê Mala Zalê Elfesiya dixwaze Suhrab û bavê wî bera hev bide û kîn û buxda li hember Key Kawus dike dilê wî. Rojekê Suhrab dibêje ez dê biçim şerê Key Kawus, ez dê wî têk bibim, bavê xwe li Zabilistanê bibînim û wî bikim Şahê Îranê. Gava dikeve rê rast li qelayek tê, bersiyarê qelê yekî bi navê Hêjîr bûye. Ew û Hêjîr diçin cihê konê Îraniyan, digel ku Ristem jî li wê qadê bûye, Hêjîr konê wî rê Suhrab nade.

Di encamê de bav û kur bêyî hev binasin li qada şer dertên hemberî hev. Suhrab dixwaze pêhlewanê xurt yê li hember xwe nas bike, lê Ristem ji ber xurûra xwe ya mezin, li eyna xwe danayne ku bi xortekî wusa re navê wî derê, înkar dike ku ew Ristem e. Ewil Ristem dikeve erdê, lê Suhrab wî nakuje, dibêje urf adetên me Îraniyan hene, bi ketina ewil re mirov pêhlewanan nakuje.

Di dawiya şer de Ristem keys li Suhrab tîne û birînek di ser dilê wî de vedike. Suhrabê birîndar dibê “Xalo, va ye ez dimrim, tu xebera kuştina min bide bavê min Ristemê Zal!” Ew gav Ristem digrî û xweliyê bi serê xwe de dike, dibê “lawo, te heta niha çima nedigot ez kurê Ristem im?”

Beşek ji romanê ev tirajedî ye û di TRT 6 de bi vî rengî, wekî ku di romana min de cih digre, bêyî destûra min û bêyî ku çavkanî bidin nîşandan, ew weşandine. Ev tevgerek bêhiqûqî û bêexlaqî ye. Ger dubare bibe, ez dê mafê xwe yê hiqûqî bi kar bînim. Ez vê tevgera TRT 6’ê şermezar dikim.

edibpolat@hotmail.com

***

 

Nivîsên bi mijarê re eleqedar: 

- Samî Tan: Şerma giran

- Helîm Yûsiv: Hewildanên normalkirina cerdevaniya sipî (1/2)

- Fêrgîn Melîk Aykoç: Hunermendek û derdorên ne bes e, lê dîsa jî erê

- Daxuyaniya Şivan Perwer

- Nîjad Yaruk: Şivan Perwer çi dixwaze?

- Mazbar Gunbat: Lo te çi kir, te çi kir!?.

- Medenî Ferhon: Bed-ayînî Şivan Perwer î dewşirme

- Îkram Balekanî: Reklama Şivan Perwer

 

Parve Bike

Youtube Me

Nizamettin Arîç

news

Em Hatin

news

Aytenxan: "Şevbuhêrk û Şîrînahî"

news

Omer Dilsoz: Bo demê

news

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 03 06 2023

Di Edebiyatê De Jin

news
  • 30 05 2023

Li ser '101 Romanên Kurdî'

news
  • 30 05 2023

Tabloyên ji Rojava

news
  • 18 05 2023

Xwendineke mîna pêşwazîkirinê

news
  • 12 05 2023

Berpirsên tenduristiya me: Hemşîre

news
  • 10 05 2023

Têkiliya Edebiyat û Dîrokê

Nivîsên Nû
news

Rêya avakirina xwebûna kurdan

  • Mîrza Ronî
news

Çi bi 7 mîlyon ciwanî hat?

  • Cemil Oguz
news

“Hukumet Konagî”ya Colemêrgê

  • Omer Dilsoz
news

'Kurdcîtiyê neke'

  • Dilşêr Bêwar
news

Hevala min, jin û hezkirin

  • Aytenxan
news

Xewn û sûret*

  • Welat Dilken
news

"Swêd Swêda jinan e"

  • Aynur Aras
news

Kesayetên Şîzoîd û Dinyaya Derveyîn

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Festîvala Penaberan hate betalkirin

ad

Bi xatirê te ey roj

ad

‘Qeyxaneya bê hêk’

ad

Pêşbaziya ji bo salvegera F.Huseyin Sagniç dest pê kir

ad

Hunermend Aymaz li cihê hat kuştin hat bibîranîn

ad

Bûbê Eser: Eger weşanger hemû zerar dikin çawa ew qas berheman çap dikin?

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

Werin em ligel Charlie herin 'Fabrîqeya Çîkolatayan'

  • 02 06 2023
news

Di Edebiyatê De Jin

  • 03 06 2023
news

Ev jî çêbû: 5 şaredarî bi pişkeyê hatin hilbijartin

  • 02 06 2023
news

Fermo bernameya 'Rojên Ma Musîcê'

  • 02 06 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname