Serketina Portekîzê ket nav rûpelên dîrokê
Diyarname
Di Koma G ya Kûpaya Cîhanê de Portekîz îro li hemberî Koreya Bakur lîst û bi 7-0'ê maç bi dest xist. Ev encam wekî yek ji skorên herî mezin a kûpayê ket nav rûpelên dîrokê.
Golên Portekîzê Meireles, Simao, Almeida, Tiago (2), Liedson û Ronaldo avêt.
Heta niha skora herî bilind a golan a di Kûpaya Cîhanê de di destê Macaristan û Yûgoslavyayê de ye. Di Kûpaya Cîhanê ya sala 1982'yan de (wê salê li Spanyayê maç li dar ketin) El Salvador bi 10-1'ê têk biribû. Dîsa Macaristanê di Kûpaya Cîhanê ya sala 1954'an de (Wê salê li Swedê li dar ket) Koreya Baþûr bi 9-0'ê têk biribû.
Yûgoslavyayê jî di sala 1974'an de (Wê salê Kûpaya Cîhanê li Almanyayê li dar ket) nûnera Afrîkayê Zaîre bi 9-0'î têk bir.
Di dîroka Kûpaya Cîhanê de hin skorên bilind:
Maç - Encam - Sal
- Macaristan - El Salvador: 10-1, 1982
- Macaristan - Koreya Baþûr: 9-0, 1954
- Yugoslavya - Zaîre: 9-0, 1974
- SWêd - Kuba: 8-0, 1938
- Uruguay - Bolîvya: 8-0, 1950
- Almanya - Erebistana Siûdî: 8-0, 2002
- Macaristan - Almanyaya Rojava: 8-3, 1954
- Tirkiye - Koreya Baþûr: 7-0, 1954
- Uruguay - Skoçya: 7-0, 1954
- Polonya - Haîtî: 7-0, 1974
- Portekîz - Koreya Bakur: 7-0, 2010