Amed
76 sal cezaya hepsê dan 7 endamên Koma Aştiyê ku di rezbera 2009'an de ji Mexmûr û Qendîlê hatin Tirkiyeyê.
Danişîna endamên Koma Aştiyê îro li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li dar ket. Bersûc Ayşe Kara, Abdullah Yaman, Zehra Tunç, Sisin Yaman, Ceziya Kabul, Lutfu Taş û Elif Uludag ku girtîne tevî parêzerên xwe li danişînê amade bûn.
Dadgehê bi îdîaya "li ser navê rêxistinê sûckirin" û "propagandaya rêxistinê" 9 sal û 6 meh cezaya hepsê da Ayşe Kara, Abdullah Yaman, Zehra Tunç, Sisin Yaman, Ceziya Kabul ku ji Qampa Mexmûrê hatibûn Tirkiyeyê.
Her wiha dadgehê Lutfu Taş û Elif Uludag ku ji Qendîlê hatibûn jî bi "endamtiya rêxistinê" û propagandaya rêxistinê" sûcdar kir û her yekî 14 sal cezaya hepsê li wan birî.