Diyarname
Par di Fînala Kûpaya Dinyayê ya Jinan de tîma neteweyî ya jinan a Spanyayê bi ser ketibû. Piştî maçê şahiyan dest pê kiribû; di wê kêliyê de Serokê Federasyona Fûtbolê ya Spanyayê yê wê demê Luis Rubiales çûbû lîstikvaneke ji lêvên wê maç kiribûn. Li ser vê Lijneya Dîpîslînê ya FIFA'yê ew ji kar girtibû, biryara 3 salan ji kardûrxistinê dabû. Rubiales îtîraz kiribû lê Komîteya Raçavkirinê ya FIFA'yê ev îtîraza wê red kiribû. Li aliyê din li Spanyayê jî derbarê wî de doz hatibû vekirin.
Di vê dozê de niha dozger ji bo wî 2 sal û nîv cezayê hepsê dixwaze.
Li gor agahiya hatiye belavkirin dozger ji bo Rubiales ê 46 salî ji ber sûcê maçkirinê salek cezayê hepsê û ji ber 'bi zorê' yanê bi gotineke din ji ber 'bê daxwaza kesa hember' maçkirinê jî 18 meh cezayê hepsê jê re dixwaze.
Li aliyê din parêzeran ji ber 'bi zorê maçkirinê' jî dixwazin ew 50 hezar Euro tazmînatê bide lîstikvana fûtbolê Jenni Hermoso. Doz didome.