Diyarname
Klûbeke bi navê Amedspor ku demek serê ji bo avakirinê serî li walîtî dabû, niha di fermîbûnê de jî ew hat qebûlkirin û "Komeleya Klûba Amedspor"ê hate avakirin.
Rêveberê komeleyê Mehmet Emin Yilmaz da zanîn ku li hemberî sporeke serdest ew dixwazin tevgereke alternatîf a sporê ava bike û got ku ewê bi reng û motîfên xwe tevbigerin.
Yilmaz got ku piştî ku Midûriyeta Spor û Ciwanan a Bajêr jî erê bike ewê di Koma Amatoran a 2'yemîn de dest bi maçan bikin.
Ji bo vekirina klûba Amedsporê di 4'ê rezbera 2009'an de serî li Midûriyeta Komeleyên Bajêr a Walîtiya Amedê hatibû dayîn.
***
Nûçeya eleqedar: Serxêrê: Amedspor hat avakirin