Diyarname
Berî kongreya xwe rêveberiya Amedsporê ragihandibû ku ji bo teknîk dîrektorî ligel Ersun Yanal li hev kirine. Yanal îro hat Amedê û peyman îmze kir.
Merasima îmzekirina peymana ligel Yanal bi beşdariya Serokê Klûba Amedsporê Aziz Elaldi û rêveberên wê li Tesîsên Şehmus Ozer li dar ket.
Serokê Amedsporê Elladi li vir got, "Li ser vê rêya me ya dirêj em ketine pêvajoya serketinê. Ev alîgirên me her tiştî heq dikin. Emê bikin ku hedefa xwe ya çûyîna Lîga Super pêk bînin."
Yanal jî di axaftina xwe de wisa got; "Parçeyeke me ya Tirkiyeyê ku îro her tiştî heq dike, heqê wê ye ku here Lîga Super. Ji bo em hemû kedê bidin vê, em hemû bibin yek û ew yek li wir bê temsîlkirin emê bixebitin. Ez sipasiya rêveberiyê dikim. Em hemû bi heyecan in. Peywir dikeve ser milê me hemûyan. Fûtbol nirxek e ku me hemûyan tîne ba hev, nirxeke hevpar e."
Amedsporê ligel Ersun Yanal salek peyman îmze kir.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Amedsporê ast bilind kir: Ersun Yanal anîn