Diyarname
Hat îdîakirin ku di hesabên rêberê berê yê Lîbyayê Muammer Qedafî ku li Belçîkayê dest danîn ser de 10 mîlyar Euro winda ye."
Kovara belçîkî Le Vif nivîsand ku nikarin xwe bigihînin beşek mezin a fona Hikumeta Lîbyayê ya di dema Qedafî de. Nûçe dibêje ku pereyên Saziya Razemenî ya Lîbyayê û kompaniya Razemenî ya Derveyî Lîbyayê ku ew jî girêdayî wê saziyê ye li Belçîkayê li Bankeya Euroclear bûn. Di 4 hesabên cuda yên van saziyan de 16 mîlyar Euro hebû ku berî sala 2011'an ew hatibûn blokekirin.
Di sala 2017'an de Belçîka bi awayekî fermî xwestiye dest deyne ser hesabên hatine blokekirin lê dîtine ku di van hesaban de tenê 5 mîlyar Euro heye.
Di nûçeyê de tê gotin ku dozgerên belçîkî li ser vê yekê doz dane dest pê kirin.
Berî 2011'an Lîbya petrol îxrac dikin. Neteweyîn Yekbûyî piştî biryar danî ser Lîbyayê û derket holê ku 60 mîlyar dolarên Lîbyayê li van welatan di bankeyan de ne.