logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  2. Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve
  3. Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike
  4. ‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve
  5. Li ser kurdî ji 5 wezaretên Tirkiyeyê pirs hatin kirin
news-details

Amed Spor ji bo şermezarkirinê derneket maçê

Ev demek dirêj e li ser Amed Sporê lîstik têne lîstin û piranî jî nahêlin temaşevanên wan herin deplasmanê û piştgirî bi

  • Dîrok: 28/01/2018
  • Beş: Spor

Diyarname
Ev demek dirêj e li ser Amed Sporê lîstik têne lîstin û piranî jî nahêlin temaşevanên wan herin deplasmanê û piştgirî bidin wan. Îro jî wisa bû. Ji ber vê yekê Amed Spor derneket sehayê.
Maça Amed Sporê îro li Sêwasê ligel Sivas Belediye Spor hebû. Berî maçê Lijneya Ewlehiyê ya Bajarê Sêwasê biryar da ku alîgirên Amed Sporê neyên maçê û qedexeya deplasmanê dom kir. Îro maç dêsaet 13'yan de li Sêwasê bihata lîstin lê Amed Spor ji ber vê biryarê derneket sehayê.
Lîstikvan û rêveberên Amed Sporê ji ber şermezarkirina qedexeya deplasmanê ya li ser temaşevanên wan derneket maçê û ji bajar veqetiyan, ber bi Amedê ve ketin rê.

Temaşevanên Amed Sporê ji ser tora civakî re biryar da ku li Erxeniyê herin pêşiya tîmê. Tê gotin ku piştî temaşevan wan pêşwazî bikin bi hev re dê herin Tesîsên Amed Sporê.
Di Koma Sor a Lîga 2'yemîn ya Tirkiyeyê de îro maçên hefteya 19'emîn têne lîstin. Li gor rêgezên TFF (Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê) tîmek dernekeve sehayê bi 3-0 wekî têkçûyî tê hesibandin. Di rewşeke wisa de dê encamek çawa derkeve hê nediyar e.

Amed Sporê daxuyanî da
Amed Sporê piştî ev biryara xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku wekî tê zanîn ji roja 23.12.2015'an a Maçên Koman a Kûpaya Tirkiyeyê ku ligel Başakşehîrê me dilîst di trîbunên me de pankarta "Bila zarok nemirin werin maçê" hat vekirin, ji wê rojê de qedexeya deplasmanê didome.
Amed Sporê got ku di serdemên fûtbolê yên 2015-2016 (11 maç), 2016-2017 (19 maç) û 2017-2018'an (11 maç ku hê lîg xilas nebûye) de ev qedexeya deplasmanê ya li ser temaşevanên me didome. Klûbê wisa got: "Bi kurtahî du serdem û nîv e maçên kûpayê jî di nav de di 41 maçan de em bi qedexeya temaşevanan hatine cezakirin. Di maçên kûpayên yên ligel tîmên mezin wekî Fenerbahçe û Bursasporê jî mixabin em di van maçan de bi biryareke neheq re rû bi rû mane û vê yekê reqabete newekhev derxistiye holê. Ligel van jî me dest ji ehlaqê sporê berneda û di vê çarçoveyê de me lîst. Ger îro Ankaragucu, Kocaeli, Adana Demîr, Skarya, Afjet Afyon ligel bi hezaran temaşevanên xwe tên herêma me, ligel me û tîma bajarê me ya din Diyarbekîr spor dilîze û ewlehiya wan tê sazkirin, divê ewlehiya Amed Sporê jî bê sazkirin. Ger ev qedexe tenê ji bo Amed Sporê ye wê çaxê emê bifikirin ku tiştên din li holê hene. Her wiha walîtiya ku nikare ewlehiya temaşevanên me bigirin nikare ewlehiya lîstikvanên me jî bigire. Jixwe tê zanîn li nav sehayê jî em rastî êrîşan hatine."
Rêveberiya Amed Sporê di daxuyaniyê de dibêje ku ji bo ev yek ji holê rabe wan serî li hemû rêbazan daye lê negihîştine tu encamê û wisa gotiye: "Em gihîştin wê encamê ku ev xebata sportîf ku em bi hezaran zehmetiyan didomînin bê temaşevanan bê wateye û ji bo şermezarkirina vê yekê em dernakevin maça Sivas Belediye Spor."
Klûbê bi gotina "Spor aştî, dostanî û biratî ye" dawî li daxuyaniya xwe daniye.
 

Parve Bike

Youtube Me

4 FERHENGÎ: 2 zazakî, 2 kurmancî

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news
Spor - Nivîsên Dawî
news
  • 09 05 2026

Mardinspor bi ser ket û hat Lîga 1'emîn

news
  • 08 05 2026

Hunermendên bo pîrozbahiya Amedsporê wê li ser dikê bin diyar bûn

news
  • 07 05 2026

Di Lîga Ewropa û Konferansê de fînalîst diyar bûn

news
  • 06 05 2026

Piştî 20 salan li fînalê ye

news
  • 06 05 2026

Fînalîstên Lîga Şampiyonan diyar bûn

news
  • 05 05 2026

Serokê pêşî yê Amedsporê Dundar axivî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
Ev jî hene
ad

Werin em bi hev re şîr vexwin!

ad

Jin di Tûrnûvaya Voleybolê de hatin ba hev; Komîna Spora Azad bi ser ket

ad

Hunermendan ji Serokwezîr re çi got?

ad

Hejmara 104'an a Nûbiharê derket!

ad

Şivan Perwer: Niha bernameya min tije ye

ad

Li Hewlêrê lehî rabû: 12 kes mirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Sempozyûma Zimanê Kurdî: Li ser 'Li Kurdistanê rewşa zimanê kurdî û perwerdehiya bi kurdî' li dar dikeve

  • 13 05 2026
news

Bi kurdî kanaleke nû: 'Nûçe TV' dest bi weşanê dike

  • 13 05 2026
news

‘Şeva Çîrok' û 'Şeva Helbestan’ li dar dikeve

  • 13 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname