Stenbol
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Suleyman Çelebî ku îro li Navenda Giştî ya DÎSK'ê bi gulebarandinê birîndar bûbû, hate gotin ku rewşa wî baş e.
Li kesek bi navê Riza Tunçbîlek saet li dor 14.15'an de çûbû Navenda Giştî ya DÎSK'ê û xwestibû bi Serokê Giştî yê DÎSK'ê Suleyman Çelebî re biaxive. Di dema ku Sekreterê Giştî Tayfun Gorgun jî amade bû de Tunçbîlek demançeyê xwe derxistibû û gule ber dabûn bi ser Çelebî de. Çelebî ji lingên xwe birîndar bû û ew rakirin Nexweşxanya Florence Nightingale ya Şîşliyê. Hate gotin ku tişteke xetere ya Çelebî nîn e.
Di vê navberê de Tunçbîlekê ku 5 gule bi ser Çelebî de barandibû di dema revê de ji aliyê xebatkarên sendîkayê ve hat qufaltin û ew teslîmê polîsan kirin.