Diyarname
Festîvala fîman a payîzê Fîlmekîmî ku îsal 16'emîn sal li dar ket rastî eleqeyek mezin hat.
Fîlmekîmî ku ji aliyê ÎKSV'ê (Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê) ve tê li dar xistin ji gelek festîvalên dinyayê fîlmên xelatgir anîn pêşkêş kirin. Îsal di navbera 29'ê rezberê û 9'ê kewçêrê de li Stenbolê lidar ket, paşê li Edîrne, Eskîşehîr, Enqere, Amed, Îzmîr û Bodrumê li dar ket.
Fîlmekîmî di sala 2002'yan de bi 20 fîlman xwe gihandibû 15 hezar temaşevanî. Îsal li 7 bajaran di 10 salonan de bi giştî 314 nîşandayîn li dar ket û 85 hezar kesî li fîlman temaşe kir. Ev hejmar ji bo fîlmekîmî û ji bo festîvalekî reqemekî baş e. Fîlmekîm di 2018'an de dê 18&emîn car di dema kewçêrê de careke din derkeve pêşberî temaşevanan.
**
Nûçeya Eleqedar:
- Fîlmekîmî bi fîlmên balkêş li benda temaşevanan e


