Diyarname
Parêzer, siyasetmedar, şexsekî naskirî yê kurd, Şerafettîn Kaya yê şahidê serdemekê îro li Enqereyê mir.
Şerafettîn Kaya ji Mûşê bû, parêzer bû û jiyana wî bi têkoşînê derbas bû. Di navbera salên 1973-1975’an de Serokê Baroya Mûşê bû. Di nav DDKO, Rizgarî de cih girtibû. Di dema derbeyan de hat binçavkirin, girtî ma, lê dest ji ya xwe berneda. Kaya piştî salên 80’yî ji mecbûrî çû Almanyayê û piştî demek dirêj vegeriya Tirkiyeyê. Wî li Ewporayê ligel hinek parêzerên kurd Yekîtiya Parêzerên Kurd ava kir. Her wiha di nav avakarên Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de cih girt. Kaya nexweş bû û li Enqereyê dihat dermankirin, lê îro mir.
Parêzerên kurd ew wekî birê xwe yê mezin didît. Kaya berê bi navê “Diyarbakir'da Îşkence” (Li Amedê Îşkence) pirtûkek derxistbû û qala serdema xwe ya girtîgehê û îşkenceyê kiribû. Dûre bi navê “Hayatimdan Kesitler” (Kêliyên Ji Jiyana Min) pirtûka bîranînan wekî du cild amade kiribû û pirtûk ji Weşanên Dozê derketibû.
Ji bo Şerafettin Kaya roja 15’ê adarê saet 10’an de li ber Baroya Mûşê dê merasim li dar bikeve, paşê li Sondurak Camî dê nimêjê cenazeyê bê kirin û cenazeyê wî li Goristana Taşo bê definkirin.
KNK’ê peyam belav kir
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser wefata Kaya peyameke sersaxiyê belav kir. KNK’ê di peyama weşand de qala têkoşîna wî, cih girtina di nav PKDW û avakirina KNK’ê de kir û wisa got, *Em ji ber wefata birêz Şerafettin Kaya xemgîn in, xemgîniya malbatê û dastên wî parve dikin. Bi vê minasebetê em sersaxiyê didinê hemû gelê Kurdistanê, xebatkarên şoreşê û malbatê. Heval Şerafedîn bila çavên te di şhun de nemînin, emê li ser şopa te bimeşin, emê axîn û wesiyetên de pêk bînin.”


