Diyarname
Tûrnûvaya Kûpaya Cîhanê ya sala 2022'yan dê li Katarê li dar bikeve. Ji niha de Katar amadehiyên xwe dike. Di vê çarçoveyê de Katarê projeya "Stada Al Thumama" da nasandin ku di şiklê kuma ku jêre "dergeh" dibêjin dê bê çêkirin.
Katarê ji bo çêkirina 7 stadan 5,5 mîlyar dolar pere veqetandiye. Ji bilî stada "Al Thumama" ku projeya wê dan nasandin dê 6 stadên din jî bêne çêkirin. Wekî stada Khalifa International di stara Al Thumama de jî dê teknolojiya dawî bê bikaranîn, dê pergala hênikirinê têde bê bicihkirin û hundirê stadê heta 18 dereceyan dê bikaribe bê hênikirin.
Li gor nûçeya Daily Mail mîmariya stadê li gor şiklê kumê ku katarî jêre "gahfiya" dibêjin hatiye çêkirin. Di stadê de dê cihê 40 hezar kesî hebe lê piştî tûrnûvayê ev kapasîte dê daxin 20 hezar kesî.
Tiştê balkêş di Stada Al Thumama de ji bilî fûtbolê dê cih ji bo lîstikên wekî basketbol, hentbol, melevanî, siwariya hepsan, voleybol jî hebe û ji bilî van dê wekî sehaya antremanê jî bê bikaranîn.