Diyarname
Golavêjê tîma Manchester United Zlatan Îbrahîmovîç seqet bû, dihat dermankirin lê tiştek balkêş bala dixtoran kişand. Cîhana fûtbolê niha bi çongên Îbrahîmovîç re eleqedar e, hem jî ligel dixtoran.
Dixtoran mêze kir ku ligel emrê wî jî lîstikvanê ji Swêdê gelek xurt e; ev yek gelek bala wan kişand. Dixtoran wisa got: "Bi qasî ku min di çongên kesî de nedît çongên wî gelek xurt in."
Îbrahîmmovîç di maça Aaderlechtê de seqet bûbû, ji çongê xwe emeliyet bû û vê serdemê êdî dê nelîze.
Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Pittsburgê li dinyayê di warê çong û barfiskê de yek ji enstîtuyên navdar e li ser çongên lîstikvanê 35 salî gotin ku çongên wî gelek xurt in û gotin: Ev nêzî 20 sal in dilîze, ne tiştek normal e ew qas çongên wî xurt û bi tendurist bin û xwestin li ser vê yekê lêkolînê bikin.
Hat gotin ku piştî Îbrahîmovîç dest ji fûtbolê berde dê here nexweşxaneyê û vê carê ji bo lêkolînên zanistî xwe berde nav destên dixtoran.
Îbrahîmovîç piştî seqet bû ji Instagramê ragihand ku dê hê xurtin vegere sehayê.