Diyarname
Hevserokê HDP'ê Mithat Sancar îro li Enqereyê ligel Hevserokên Rêxistinên Bajaran ên HDP'ê civiya û axivî. Sancar ji bilindkirina têkoşînê, polîtîkayên şer, çekên kîmyewî, îtîfaqa bloka ked û azadiyê, heta serîlêdana wan a ji bo çûyîna Îmralî li ser gelek waran de axivî. Ji bo îro roja salvegera mirina helbestvan Cegerxwîn bûn gotin anî ser wî.
Sancar wisa got, "Ezê îro kedkadê mezin ê zimanê kurdî, sembolê têkoşîna ked û azadiyê, navê mezin ku enternasyonalîzm ji bo xwe kiriye rêber bibîr bînim. Îro 38'emîn salvegera mirina Cegerxwîn e. Gelek helbestên wî hene kirine stran. Hûn ji min bipirsin, stranên ji dîwanên wî girtine ligel zimanê min ê zikmakî erebî, kir ku kir ku ez ji zarokatî de hînê kurdî bibe. Lê di heman demê de Cegerxwîn helbestvanê ked û azadiyê ye. Bi kurtahî sembola ziman û heysiyet, ked û azadî, aştî û yekîtiyê ye, hozanekîu gelek bi qîmet e. Bi kurtahî ezê çarînek jê bo we bêjim:
Bi çepik û lûlandin
Bi devken û xwedîtî
Hemû bijên bi hev re
Bijî bijî yekitî.
Dema ev yekîtî çêbe emê miheqeq bi ser bikevin. Bila şika kesî tune be, emê bi ser bikevin. Di serî de peywira we hemû birên min ê kedkar e ku vê baweriyê ragihînin hemû deran."
***
Nûçeya Eleqedar:
- Şeva bîranîna Cegerxwîn: Divê em siyaseta xwe bi zimanê kurdî bikin