Diyarname
Ev nêzî 10 salan bû li welatên Kendavê yên ereb weşandina rêzefîlmên Sûriyeyê hatibûn qedexe kirin. Niha li Erebistana Siûdî kanalek televîzyonê dest bi weşandina rêzefîlmekî Sûriyeyê weşand. Bi vê re ev boykota 10 salan hat rakirin.
Heta niha rêzefîlmên Sûriyeyê qedexe bûn û lîstikvanên ji Sûriyeyê jî li van welatan nedikarîn kar bibînin. Vê mehhe kanala “MBC” ku li Erebistana Siûdî weşanê dike rêzefîlmekî Sûriyeyê yê bi navê “Bi paş ve xistin” weşand. Ev rêzefîlm li herêma Şamê hatiye kişandin û qala şer dike.
Van demên dawî helbesta welatên ereb a li hember Sûriyeyê nerm dibe. Herî dawî ji welatên ereb Mîrekiya Erebistana Yekbûyî biryar dabû ku balyozxaneya xwe ya li Şamê veke ku ev balyozxane ji sala 2018’an ve girtî bû.