Diyarname
2'yemîn Dadgeha Cezaya Sulhê ya Erzeromê biryara qedexeyê danî ser malpera rojnameya Xwebûnê.
Rojnameya Xwebûn li Bakur tekane rojnameya bi kurdî ya heftane ye. Dadgehê biryara qedexeyê danî ser navîşana wê ya xwebun1.org. Sedema qedexeyê nehat eşkere kirin. Parêzerên Xwebûnê roja 29'ê mehê dê îtîrazê bikin.