Diyarname
Pirtûka çîrokan a Yaşar Eroglu bi navê "Hêvî" ji Weşanên Sîtav derket.
Nivîskar Yaşar Eroglu ku berê "Nahêlin Em Bigihîjin Bihara Xwe" (Çîrok, 2005) û "Qevdek Sosretî" (Danehev, 2010) du pirtûk derxistibû, pirtûka wî ya sêyemên ji Weşanên Sîtav derket.
Pirtûka çîrokan a bi navê "Hêvî" çîrokên ji nav jiyana kurdan bi zimanekî balkêş pêşkêş dike. Di pirtûkê de 17 çîrokên cur bi cur cih digirin.
Nivîskar Eroglu di sala 1960'î de li Agirî hatiye dinê, lîse xwendiye, di dema Derbeya Leşkerî de di sala 1981'ê de hatiye girtin û bi cezaya îdamê hatiye cezakirin. Ew, piştî 21 salên di girtîgehê derketiye. Eroglu piştî ku ji zindanê derketiye, di Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê de rêveberî kiriye, edîtoriya kovara Zend kiriye û dîsa di nav Azadiya Welat de jî kar kiriye. Ew niha li Agirî dijî û di heman demê de dersên kurdî dide. Heta niha nivîsên wî di hin kovar û malperan de derketine. Eroglu carinan ji bo Diyarnameyê jî dinivîse.
Nivîskar Yaşar Eroglu vê carê pirtûka xwe bi navê "Hêvî" pêşkêşî çîrokhezên kurdî kir. Di pirtûkê de çîroka "Birîndar" ku çîroka herî dirêj a pirtûkê ye, çîroka gerîlayekî lingên wî heta bin çongan tê jêkirin e ku yek ji nimûneyên şerê 30 salên dawî ya li Bakur e. Ev serborî ku wekî çîrok di "Hêvî" de cih girtiye, zehmetiya têkoşerên kurd bi cureyeke din radixe ber çavan.
Çîrokên din ên di Hêvî de jî mînakên cur bi cur ji jiyana kurdewar nîşan didin. Çîroka "Muxbîrê Evdal", "Hecî Rehmî", "Bertîl" hin ji wan mînakên ji jiyana kurdan a tevlihev, belkî bi zimanekî din mirovdikare bibêje ji ew jiyana rengîn in.
Hêvî / Yaşar Eroglu / Çîrok / Weşanên Sîtav / 128 rûpel