Diyarname
Rojnameya New Yort Time (NYT) nûçeyek weşand û got ku Berê Serokdewletê Dewleta Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) ji bo Brack Omaba dest ji kar bikişîne dixwaze navenda çeteyên DAIŞ'yê Reqayê paqij bike û ji bo vê yekê Pentagonê plan kiriye ku raste rast çekan bide YPG'ê.
Di nûçeyê de tê gotin ku leşkerên girêdayî Serfermandariya Navendî ya Pentagonê yên li Rojhilata Navîn plan amade kirine. Li gor planê dê çekên sivik, cebilxane û hin techîzatên din raste rast bide YPG'ê. Ew dibêjin çekên giran ên tangşikên ne di nav planê de ne. NYT dibêjin di nav plana ku pêşkêşî Konseya Ewlehiyê hatiye kirin de gelek tişte hene ev jî beşek ji wan e. Ew dibêjin tirka serleşkerên amerîkayî ew e ku xirecira di navbera kurdên Sûriyê û Tirkiyeyê de dibe sedema bi paş ve xistina operasyona Reqayê. Her wiha dibêje bi plana bi çekkirina kurdan jî dikin ku kurd di operasyona li hemberî DAIŞ'ê de dest ji şirîkatiya ligel DYA bernede.
Pênc rayedarên ku rojnameyê xwe gihandiye wan gotine rest e planeke wisa heye û dê pêşniyar bê nirxandin. Rayeradar dibêjin raste rast çekdana kurdan di têkbirina DAIŞ'ê de parçeyeke stratejiya berfireh e. Plan hê negihîştiye ber destê rayedarên Qesra Spî loma ew hê tiştek nabêjin.
NYT dibêje ev plan dê bibe sedem ku navbera Tirkiye û DYA hê xirabtir bibe