Diyarname
Hevserokê berê yê HDP'ê û siyasetmedar Selahattin Demirtaşî bavê Rojîn Kabaîşê Nizamettin Kabaiş vexwend hevdîtinê.
Parêzerên Demirtaşî bi ser hesabên tora civakî re ragihandin ku dê hevdîtin pêk bê. Li gor agahiya hatiye belavkirin Nizamettin Kabaiş û birê wî Ahmet Kabaiş dê herin serdana Demirtaşî û jê alîkariyê bixwazin.
Çend roj berê Baroya Wanê ji doza Rojîn Kabaîşê vekişiya bû, parêzerên baroyê jî dosya teslîmê Baroya Amedê kiribû. Parêzerên Baroya Amedê wê li doza Rojîn Kabaîşê binêrin.
Çi qewimî bû?
Xwendekaran Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê Rojîn Kabaîş (21 salî) roja 27'ê rezbera 2024'an piştî ji yûrda KYK'ê (yurda dewletê) derketibû hatibû windakirin. Piştî lêgerîna 18 rojan, roja 15'ê kewçêrê li qeraxa Behra Wanê cenazeyê wê hat dîtin. Malbatê gotibû ew hatiye kuştin û li ser vê yekê dest bi têkoşîna dîtina kujerên wê kirin.
Di kewçêra 2024'an de Baroya Wanê dosya girtibû, roja 28'ê pûşpera 2026'an ji dosyayê vekişiya.
Bavê Rojîn Kabaîşê Nizamettin Kabaîş îdîayeke wisa anîbû ziman; "Serokê Baroya Wanê Sinan Ozaraz bi dosyayê re eleqedar nabe û ji bo delîl bêne windakirin guh nade dosyayê."


