Hunermend Aramê Dîkran li sekeratê ye
Diyarname
Hunermend Aramê Dîkran li Yewnanistanê li mala xwe ji niþke ve nexweþ ket û ew rakirin nexweþxaneyê. Hate gotin ku mejiyê Dîkran miriye.
Li gor agahiyên ku hatin Dîkranê 75 salî vê sibê saet 07.30'yan de li mala xwe ya li Atînayê ji niþke ve nexweþ ket û ew rakirin Nexweþxaneya Van Gelismos. Hate gotin ku dilê Dîkran sekinî bû, lê bi elektro þokê dil dîsa xebitî lê "mirina mejiyê" pêk hat.
Li gor gotina dixtoran xwîna wî heta 15 dereceyan zirav bûye û ew li mejiyê belav bûye.
Li nexweþxaneya Atînayê jina wî û kurd li ber in, zarokên wî yên li Amerîka û Belçîkayê jî ji bo bên cem wî ketine rê.
Dîkran di Newroza 2009'an de li Amedê ji ber nexweþiya dil rakiribûn nexweþxaneyê û bi rojan li nexweþxaneyê hatibû dermankirin.
Hunermend Aramê Dîkran di 15'ê rêbendana 1934'an de li Qamiþloyê hatibû dinê. Di hunermendiya xwe ya 55 salan de wî bi kurdî, ermenkî, tirkî stran got. Dîkran ku bi eslê xwe ermen bû zêdetir bi kurdî stran distra. Du keç û kurekî wî heye.