Amed
Jinên dengbêj bi dengê xwe yê zîz û stranên xwe coşeke mezin da guhdarên xwe.
Di çarçoveya çalakiyên 9'emîn Festîvala Çand û Hunerê de Koma Dengbêjên Jin ên Botanê ku di bin banê Navenda Çanda Mem û Zînê kar û barê muzikê didomînin derketin ser dikê. Çalakiya ku li Mala Dengbêjan li dar ket bi eleqeyeke baş re rû bi rû ma.
Di çalakiyê de dengbêj Gulistan, Henîfe, Xatûn, Asnê, Nûdem û Xanim stranên xwe pêşkêşî temaşevanan kir.