Huseyîn Turhalli
Aliyên PDK'ê bi hatina Mesûd Barzanî a ji bo Enqereyê û danîna ala Kurdistanê li odeyê wekî ku Enqere fetih kiribin nîşan didin û diqîrin.
Em ji aliyê vegotina dîplomatîk û taktîkên muharebeyê li meseleya alê binêrin.
Yên ku şerê Permergeya a li dijî hêzên DAIŞ'ê şopandine dizanin. Di vî şerî de DAIŞ'ê taktîka ku herî zêde serî lê da ew bû ku mi cihek ala Kurdistanê didaliqand û li wir kêman datanî. Bi dehan pêşmergeyên ketin vê kemînê mirin.
Dîsa, dema li hemberî pêşmergeyan diketin nava tengasiyê ala Kurdistanê li ser wî girê daçikandin û bê qeza û bela ji wir derbas dibûn.
DAIŞ'ê taktîka alê li hemberî YPG'ê bikar neanî. Lê aliyên qels ên wê jî diyar kiribûn. Kincên YPG'ê li xwe kirin heta nava Kobanî hatin û bi sedan mirov kuştin.
Neyar ev e. Ji bo yekî alê nîşan dide, ji bo yê din kincan li xwe dike. Neyar kurd baş nas kirine lê kurdan hê hev baş nas nekiriye.
A rast fikra min ew bû ku Mesûd Barzanî dîplomatekî serketî ye. Lê vê carê wî pêl li mayînê kir. Lîstika alê ku DAIŞ'ê li hemberî pêşmergeyan dilîst, Erdogan jî li hemberî Barzanî lîst.
Dema ku artêşa tirk bi hemû hêza xwe êrîşê Rojava dikir Erdoganî Serokê Kurdistana Federal Mesûd Barzanî vexwend Enqereyê. Ala tirkan û ala Kurdistanê li kêlea hev daliqand û ligel Mesûd Barzanî li hemberî objektîfan dest da hev, poz da.
Wateya dîplomatîk a van dîmenan çi ye?
Gelo alîgirên PDK'ê li ser vê difikirin?
Ger bi awayekî eşkere û zelal mirov bibêje ev dîmen ji bo Tirkiyeyê wateya wê ya dîplomatîk ev e: "Di êrîşa Rojava-Cerablûsê de PDK-Kurdistana Federe û Mesûd Barzanî ligel me ye. Li kêleka me, mil bi mil û dest bi dest."
Û bi dîmena alê ya taktîk kurdan di qada muharebeya dîplomasiyê de li Cerablûsê can da.
Têbiniya Diyarnameyê: Parêzer û nivîskar Huseyîn Turhalli ev nivîs bi navê "Meseleya alê" bi tirkî di faceya xwe de weşand. Ji ber girîngiya nivîsê me wergerand kurdî.


