Diyarname
Televîzyona ku navenda wê li Amedê û ji wir weşanê dike Ozgur Gun TV rastî qedexeya RTUK'ê hat.
Hefteya borî malpera wan 3'yemîn car hatibû astengkirin û kes nikare bikeve malperê. Niha jî televîzyon hat girtin. Gun TV bi ser TURKSAT'ê de weşanê dike. Platforma ku xizmetê dide, wekî kanalên din peymana Ozgur Gun TV jî bi wan re ye, bêyî tiştek bibêjin îro saet 12'yan de weşana televîzyonê birî.
Endamê Lijneya Weşanê yê Ozgur Gun TV Bariş Bariştiran got ku ev biryar derbeyek e li hemberî azadiya çapemeniyê.
Bariştiran got ku heta niha tu pirsgirêkên wan ligel platformê nîn bûn lê ev demek dirêj ji bo weşana me bibirin zor li platformê tê kirin û wisa dom kir: "Baweriya me ew e ku sedema girtina televîzyona me zordariya RTUK'ê ya li ser wan e. Ji ber vê platformê tu agahiyeke cidî nade me."
Ev demek dirêj bû ceza li Ozgur Gun TV û weşanên din ên muxalif dihat birîn. Demek berê weşana ÎMC TV jî bi vî awayî hatibû birîn.
Bariştiran dibêje ewê serî li rêyên hiqûqî bidin.